Li 11 bajarên Rojhilatê 21 kes hatine kuştin

142 welatiyên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya xwepîşandanên heyî yên li Îranê de, li Rojhilatê Kurdistanê de jî xwepîşandanên grseyî tên lidarxistin.

Li gor navenda Hengaw bo mafên mirovan, di yekem roja xwepîşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, bi tenê li bajarê Kurdî 21 welatî bi destê hêzên çekdar yên rejîma Îranê hatine kuştin.

Navenda Hengav herwiha belav kir ku 142 welatiyên din jî hatine birîndarkirin.

Rexmê êrîşên tund yên hêzên ewlekarî yên Îranê bo ser xwepîşanderan, lêbelê xwepîşandan li seraserê Îranê didome û xwepîşander tevî gotina diroşmeyên dijî rejîma Îranê, çendîn navend û tirimbîlên polîs û hêzên leşkerî jî şewtandine.

Xwepîşandanên han hîn jî didomin.

Xwepîşandan jiber giran kirina buhayê benzînê ji hezar tomen bo 3 hezar toman destpê kirine.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.