Li Merîwanê jî 6 welatî hatin kuştin

50 welatiyên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya xwepîşandanên xelkê Îranê de li dijî biryara hikûmetê ya bo giran kirina buhayê benzînê, li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî xwepîşandanên berfire hatin kirin û hêzên çekdar yên rejîmê jî êrîşî ser xwepîşanderan kirin.

Di vê çarçoveyê de li Merîwan û Ciwanroyê de, hijmareke zêde welatiyên Kurd hatine kuştin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku li bajarê Merîwan 6 û li bajarê Ciwanroyê jî 6 kes bi giştî 12 welatiyên Kurd bi êrîşa raste rast ya çekdarên rejîmê hatine kuştin.

Jêder behsa vê yekê dikin ku li meydana Şebreng ya bajarê Merîwanê, hêzên çekdar yên Îranê êrîşî ser xwepîşanderan kirine û di encam de 6 welatî canê xwe ji dest dane û 50 welatiyên din jî birîndar bûne.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.