Serokwezîr li gel şandeke pêkhateyên olî civiya

behsa çanda bihevre jiyanê kirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke pêkhateyên olî yên li Kurdistanê de civiya û li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro şeme 16ê Mijdara 2019an di roja cîhaniya lêbûrdeyî de( lêxweşbûn, lêbûrîn), di civînekê de li gel şandeke pêkhateyên olî yên herêma Kurdistanê ku ji nunerên ola îslam, mesîhî, êzidî, kakeyî, zerdeştî, saêbeya mendayî û behayiyan pêk hatibûn, me giftûgo derbarê pêşde birina bihevre jiyana olî û lêbûrdeyî li Herêma Kurdistanê kir.

Me balkêşande ser vê yekê ku ol temamkerên hev û du ne û yek ji aliyên herî geşe kirî ya ezmûna herêma Kurdistanê, ev bihevre jiyan û yekîtiye ku di navbera pêkhateyên olî yên herêma Kurdistanê de heye.

Me tekez li ser vê yekê kir ku Kurdistan nîştiman û mala mehûyane û lazime hemû bihevre kar li ser geşe pêdana hizra miyanerewî û bihevre jiyanê li herêma Kurdistanê de bikin û tevahiya rojên me roja bihevre jiyan û lêbûrîn û lêxweşbûnê be.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.