Balefirên Tirkiyeyê xaniyên welatiyên medenî wêran kirin

3 xaniyên welatiyan hatine wêrankirin
کوردستان TV
100%

Di çarçoveya êrîşên artêşa Tirkiyeyê de yên bo ser deverên sînorî yên Kurdistanê de, duhê bi şev balefirên artêşa Tirkiyeyê bi hinceta hebûna endamên PKKê, gundê Dişîşê ya li Berwariya Bala ya ser bi Amêdiyê ve bordiman kirin.

Li gor şêniyên gundê di encama bordimana han de 3 xaniyên gund hatine wêrankirin.

Şênî behsa vê yekê dikin ku bordimana han zirarên canî nebûye lêbelê di warê madî de zirarên mezin gehandiye şêniyên deverê.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.