Komên cîhadî yên girêdayî artêşa Tirkiyê, 6 welatiyên Kurd ên li Efrînê revandin.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, cîhadiyên gruba Feyleq El Şam 6 hemwelatî ji gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa revandin û birin girtîgeha li gundê Îska.
Rewageha Sûrî diyar kir, grubên cîhadî bi armanca koçberkirina welatiyên Kurd ji Efrînê, welatiyan direvînin û bi darê zorê bacan li ser wan disepînin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin