Berpirsê HDPê li bajarê Dîlok yê Bakûrê Kurdistanê hat girtin

bi hinceta endam bûn di PKKê de hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Li bajarê Dîlok (Entab) yê Bakûrê Kurdistanê, 51 berpirs û endamên HDPê hatin girtin.

Îro danê sibê, hêzên asayiş û polîs ketin avahiyên HDPê li bajarê Dîlok û navçeyên Şahînbey û Şehîtkamil yên wî bajarî.

Li gorî agahiyan, di encama wê operasiyonê de berpirsê HDPê li Dîlokê, Muslum Kiliç û 50 berpirs û endamên din yên HDPê hatin girtin.

Dewleta Tirkiyê bi tohmeta alîgirtî û endamtiya PKKê, berpirs û endamên HDPê digire.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.