WSJ: Belgeyên komkujiyê di destê Amerîkayê dene

dibêje vê Trump wan belgeyan nîşanî erdogan bide
کوردستان TV
100%

Rojnameya navdar The Wall Street Journal di dema serdana Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan de babeteke girîng weşand.

WSJ di raporta xwe de behsa vê yekê kiriye ku balefirên bêpîlot yên Amerîkî li Sûriyeyê çendîn belge derbarê êrîşên artêşa Tirkiye û cîhadiyên terorîst yên ser bi Tirkiyeyê bo ser xelkê medenî tomar kirine.

Li gor rojnameyê, di wan tomar û belgeyan de bi eşkere der dikeve ku çave artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê li Bakûrê Sûriyeyê êrîşî ser xelkê medenî dikin ku xelkê medenî dikujin.

Di beşeke din ya vê babetê de hatiye nivîsandin vê Trump di dema civîna xwe ya li gel Erdogan de, ev dîmen û belgeyan nîşanî Erdogan bide.

Ji aliyeke din ve çapemeniya Amerîkayê behsa vê yekê dike ku Ermeniyên nîştecîh li Amerîkayê û hijmareke zêde ji Kurdan û welatiyên Amerîkayê xwe amade kirine ku xwepîşandaneke hevbeş ya berfire li dijî Erdogan lidarbixin.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.