Heiko Maas: Bila Brîtanya û Franse bo bersif dana Îranê xwe amade bikin

dibêje YE dixwaze berevaniyê ji peymana etomî bike
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas diyar kir ku Brîtanya, Fransa û Almanya divê ji bersîvên bo Îranê yên jiber binpêkirina peymana navokî re hazir bin.

Maas da zanîn ku Ewrûpa dixwaze ku berevaniya Peymana Navokî ya bi Îranê re bike, lê jiber binpêkirinên Tahranê divê xwe ji bertekan re amade bike.

Wî got ku Îran divê li gor peymana navokî tevbigere û ger wisa tevnegere ewê mafên xwe yên bersîvdanê bikar bînin.

Wezîrê Alman amaje kir ku Îran tevî ranagihîne jî uranyuma xwe dewlemendtir dike.

Maas diyar kir ku ew dê bi hevtayên xwe yên ji Fransa û Brîtanya re ser vê mijarê bicive.

Voa

 

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.