Duhê bi şev li bajarê Qamîşlo ya li Rojavayê Kurdistanê sê teqîn li pey hev çê bûn.
Li gor jêderên ewlekarî yên Birêveberatiya xweser, di encama wan her sê teqînan de 5 welatî canê xwe ji dest dane û 47 welatiyên din jî birîndar bûne.
Jêder behsa vê yekê dikin ku birîna hinek ji birîndaran gelek girane lewre bo derman kirinê birîndarên han bo Hewlêr û Dihukê hatine şandin.
Teqîn di nava bazara fêqî firoşan de pêk hatine û hêzên ewlekarî jî behsa vê yekê dikin ku aliyek heye ku hewl dide daku rewşa vê bajarê aloz bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin