QSD‘ê encamên şer û berxwedana roja 32‘emîn eşkere kir

5 şervan şehîd bûne
کوردستان TV
100%

QSD‘ê ragihand, Artêşa dagirker û komên çete li gundê Qizalî û Mişêrfa êrîş birin ser herêmên sîvîl hewl dan qadên nû dagir nikin. QSD‘ê diyar kir hêzên wan di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan da di şer de hejmarek çete hatin kuştin.

Li gor nûçeyeka anhayê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSDO bi daxuyaniyekê encamê şer û berxwedana roja 32‘emîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Daxuyanî wiha ye: Balafirên bê mirov yên artêşa dagirker bê navber li ser hemû herêmên bakûrê Sûriyê geriyan û cîh bi cîh êrîşan pêk anîn.

Artêşa dagirker û komên çete li gundê Qizalî û Mişêrfa êrîş birin ser herêmên sîvîl hewl dan qadên nû dagir nikin. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva van êrîşan dan û di encam de pevçûn qewimîn. Di encama pevçûnê de hejmarek çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin lê belê di derbarê hejmarê de agahiyên zelal bi dest neketin.

Di vê berxwedanê de 5 hevalên me şehîd ketin, 3 hevalên me brîndar bûn."

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.