17 mûşek li nêzî navenda hêzên Amerîkî ketin

dibêje li deverê de operasiyon hatiye destpêkirin
کوردستان TV
100%

Wezareta berevanî ya Îraqê belav kir ku 17 mûşek li nêzî baregeha leşkerî ya hêzên Amerîkî ya li Geyareyê ketine.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Îraqê, hêzên ewlekarî yên Îraqê piştî vê bûyerê bilez dest bi operasiyonek bo dîtina wan çekdaran kirine ku ev mûşek ber bi navenda hêzên leşkerî yên Amerîkî ve avêtine.

Ji aliyeke din ve jî Fermandarê hêzên leşkerî li Mûsilê jî daxuyaniyeke din belav kiriye û têde diyar kiriye ku hêzên ewlekarî yên Îraqê bersifa ev êrîşa han ya terorîstan dane û di encam de tirimbîleke terorîstan hatiye jinavbirin û çend terorîst jî hatine kuştin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.