Mesrûr Barzanî: Lazime rewşenbîrên Îraqî rola xwe bilîzin

dibêje lazime rewşenbîrên Îraqî bo lihev nêz kirina aliyan rola xwe bilîzin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel hijmarek rewşenbîrên Îraqî civiya û li ser pêgeha xwe derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wiha nivîsandiye;

Îro sêşem 5ê Mijdarê di civînekê de li gel Serok û endamên desteya birêvebirê navendî diyaloga Rafîdeyin, me giftûgo derbarê guhertinên niha yên Îraqê kir û me tekez li ser vê yekê kir ku hebûna têkiliyên baş di navbera hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta fedralî û geşe pêdana têkiliyên han vê li gor berejwendiyên tevahiya xelkê Îraqê de be.

Di di heman civînê de me daxwaz ji şanda mêwan kir daku weke desteya hilbijartî ya rewşenbîrên Îraqê rola xwe ya bi bandor ya xwe bo lihev nêz kirina aliyên Îraqî û parastina mafên destûrî û reva yên xelkê Kurdistanê bilîzin.

Herwiha me eşkere kir ku sedema kêşeyên Îraqê  di cîhbicîh nekirina destûra Îraqê deye û em piştgîriya ti guhertinek û ser rast kirinek destûrê nakin ku desthilat û mafên destûrî yên herêma Kurdistanê kêm bikin.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.