Serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya hikûmetê û serokatiya parlementoya Kurdistanê helwesta xwe li ser hemwarkirin û guhertina Destûra Iraqê eşkere kirin.
Îro danê sibê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Seroka parlementoya Kurdistanê Rêwas Fayîq û cîgirên wan li ser rewşa Iraqê û guhertina Destûra Iraqê civiyan.
Di civînê de hat gotin ku dema Destûra Iraqê were guhertin nabe destê xwe bidin wan made û bendên ku behsa mafên kurdan û Herêma Kurdistanê dikin.
Piştî civîna her sê serokatiyan, civînek din jî bi beşdariya wan her sê dezgehan û serokomarê Iraqê Berhem Salih û serok û nûnerên partiyên siyasî hat lidarxistin. Ew civîn hîn xilas nebûye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin