Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, kalemêrekî kurd di bin îşkenceya çekdarên Tirkiyê de hat kuştin.
Rêxistina Mafên Mirova li Efrînê ragihandiye, kalemêrekî 73 salî bi navê Silêman Hemok, ku xelkê gundê Kanî Gewirkê bû, roja 29 meha borî ji aliyê çekdaran ve rastî îşkenceyek giran hatibû.
Li gorî agahiyan, kalemêrê han îro li nexweşxanê canê xwe ji dest da.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin