Amerîka belgeya vekişîna ji peymana Îqlimê ya Parîsê da Neteweyên Yekbûyî

di yekê hezîrana 2017an de biryara vekêşînê hatibû dayîn
کوردستان TV
100%

Amerîka bi awayekî fermî ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re ragihand ku ji Peymana Îqlimê ya Parîsê vekişiye.

Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku Washingtonê da zanîn ku wan biryara vekişînê, ku di sala 2017’an de hatibû îmza kirin, pêşkeşî NY’ê kiriye.

Pompeo got: Amerîka îro peyvajoya derketina ji Peymana Îqllimê ya Parîsê da destpê kirin. Li gor rêkeftinan, Amerîka belgeya fermî da NY’ê. Derketina ji peymanê dê salek piştî pêşkeşkirina belgeyê destpê bike.

Wî da zanîn ku Amerîka dê bi hevalbendên xwe re têkoşîna dijî germbûna cîhanî bidomîne.

Donald Trump di 1’ê Hezîranê de gotibû ku jiber ku Peymana Îqlimê ya Parîsê zirarê dide Amerîka ewê ji peymanê vekişin.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.