Almanya huşdarî dide welatiyên Kurd

dibêje niha 14 welatên Kurd yên xudan nasnameya Almanî li Tirkiyeyê girtî ne
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Almanyayê wezareta derve ya Almanyayê huşdarî daye welatiyên Kurd yên ku xudan nasnameya Almanyayê ne ku neçin Tirkiyeyê.

Li gor daxuyaniya wezareta derve ya Almanyayê niha li Tirkiyeyê herî kêm 14 welatiyên Kurd yên xudan nasnameya Almanî girtîne û di destê dezgehên îstîxbaratî yên Tirkiyeyê de navê wan welatiyên Kurd hene ku endamên dezgeh û navendên Kurdî ne anjî hevkariya wan navendan dikin.

Wezaretê daxwaz ji welatiyên Kurd kiriye daku serdana Tirkiyeyê nekin jiber ku vê bi hinceta propagende kirin bo terorê, hevkarî kirina terorê û sûçên din yên bê wate werin girtin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.