HSD: Ev ne karê me ye

dibêje ev plana Tirkiyeyê bo ku xelk ji bajêr derbikeve
کوردستان TV
100%

HSDê derbarê teqîna duhê ya li Girê Spî de ku di encam de 10 welatiyên sivîl hatibûn kuştin daxuyaniyek weşand.

HSDê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku ev teqîn ne karê HSDê ye û HSD bi ti awayî welatiyên sivîl nake amanc.

HSDê eşkere kiriye ku ev teqîn karê Tirkiyeyê ye û Tirkiye dixwaze bi vê awayî xelkê bajarê yê ku mane, bitirsîne daku ji bajêr derkeve û rê bo bicîh kirina çete û malbetên wan di nava bajarê de xweş bike.

Peyvdarê HSDê Mistefa Balî diyar kiriye ku ev teqîn kar û plana Tirkiyeyê ye û berpirsiyartiya wan deverên ku hatine dagîrkirin li stuyê Tirkiyeyê ye lêbelê di nava wan deverên dagîrkirî de rojane kuştin û teqîn heye û cîhan jî ew yek fêm kiriye ku ti cudatiyek di navbera Tirkiye û DIŞIê de tuneye.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.