Berdevkê PDKê: Serdema “50 bi 50” xilas bûye û YNKê jî qebûl kiriye

di presskonferansekî de balkêşande ser hin xalan
کوردستان TV
100%

Berdevkê PDKê, Mehmûd Mihemed ragihand, êdî serdema “50 bi 50” xilas bûye û YNKê jî ev rastî qebûl kiriye.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro di civîneka rojnamevanî de ragihand, PDKê ji ber xatirê berjewendiyên giştî siyaseta bêhnfirehiyê hilbijartiye.

Mehmûd Mihemed gilî li YNKê jî kir ku mesela rêkeftinên xwe bi PDKê re dike mijara medyayê û got, YNKê heta niha navên kandîdiyên xwe bo postên bin wezîrtiyê re nedaye hikûmetê, ev jî bûye sebeba kêmasiyan.

Berdevkê PDKê da zanîn ku serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî bi şandeka YNKê re bi awayekî cidî li ser wê mijarê gotûbêj kiriye û hewla çareserkirinê daye.

Wî berpirsê PDKê anî ziman ku wan ji havînê ve daxwaz ji YNKê kirine hevdîtin bikin lê YNK her carê bi behaneyekê xwe paşde dide û got, êdî serdema “50 bi 50” xilas bûye û YNKê jî ev rastî qebûl kiriye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.