Li Amerîkayê bo Erdogan: Megalomanyaqê îslamîst bi destê DIŞIê Kurdan qetil dike

dibêje erdoganê îslamîst kurdan kom kuj dike
کوردستان TV
100%

 Yek ji namzedên namezediya serokatiya Amerîkayê, Tulsi Gabbard, derbarê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de twitek parve kir û tê de rexneyên giran lê girtin û ji bo wî got “megalomanyaqê îslamîst!”

‘Erdogan bi salan e piştgiriyê dide DIŞIê’

Gabbard derbarê pêşnûmaya qirkirina ermeniyan de ku li Meclisa Nûneran a Amerîkayê hatiye erêkirin de daxuyaniyek da. Gabbard ji bo Erdoganî got, “Erdogan bi salan e piştgiriyê dide DIŞI/El Qaîdeyê. Vê yekê red dike lê bi bikaranîn milîtanên berê yê DIŞI/El Qaîdeyê xwe îfşa dike û dide dest: Ew megalomanyaqekî îslamîst ê tundrew e ku dixwaze pergaleke xelîfetiyê deyne ku hemû hêz û quwet di destê wî de bie".

‘Erdogan bi destê DIŞIê Kurdan qetil dike’

Gabbard ku berê leşker bûyeye, di vîdeoyekê de ku li ser hesabê xwe yê tora civakî de parve kiriye de dibêje, “Erdogan bi destê DIŞI û El Qaîdeyê Kurdên Sûriyê qetil dike.”

PeyamaKurd

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.