Nêçîrvan Barzanî: Pêwîstiya Kurdistanê bi dariştina destûrê heye

di kongreya parêzerên Kurdistanê de gotarek pêşkêş kir
کوردستان TV
100%

Îro li Hewlêrê bi amadebûna serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve 6.mîn kongreya sendîkaya parêzerên Kurdistanê birêve çû. Nêçîrvan Barzanî helwêstê xwe yê fermî derbarê sererastkirina destûra mayînde ya 2005ê ya Iraqê de ragehand û aşkera kir, eger sererastkirina destûrê ziyanê bigehîne sîstema federal a Iraqê, herêma Kurdistanê li gel wê sererast kirinê de nîne.

  Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma 6mîn Kongreya Parêzerên Kurdistanê bû û piştî ragehandina kêfxweşiya xwe bi beşdarbûnê û pîrozbahî li endamên kongrê kir û behsa rola sendîkaya parêzeran a di gelek waran de anî ziman.

Herwaha Nêçîrvan Barzanî behsa wan yasayan kir ku li herêma Kurdistanê hatine derxistin û maf û azadiyên giştî û mafên jinan, zarokan û hemû endamên civakê jî garantî dikin û got: ‘’Em dixwazin û armanca me ye civaka Kurdistanê bi awayê herî dirust bê rêxistin kirin, ku Kurdistanî wek layîq in bijîn.’’

Piştevaniya serokatiya herêma Kurdistanê bo serxwebûna yasa û desthilata dadwerî teqez kir û diyar kir serweriya yasa, her takekesekî de piştrastî ava dike ku jiyan û mafên wî parastî bin. Herwaha Barzanî daxwaz ji endamên sendîkaya parêzerên Kurdistanê kir, role xwe di hişyarî kirina civakê bi yasayên hemdemî ve bilîzin.

‘Pêwîstiya Kurdistanê bi dariştina destûrê heye’

  Nêçîrvan Barzanî got: ‘’Pêwîstiya Kurdistanê bi dariştina destûrê heye û ev yek ji erkên niştimanî ye. destûrekî bihêz bo herêma Kurdistanê, wek dayîka yasayan pêwîste. Destûr pêwîste wek daxwazeke hemdemî ya civakî be, bo pêşketin û vebûna zêdetir. Destûrek be ku nirxên mirovahiyê bike armanca gel.’’

Nêçîrvan Barzanî got, ew destûra bo Iraqê hatiye danîn, dema li gel welatên din bê mûqayese kirin, destûreke pêşketiye. Lê ji ber bendên wê bicîh nehatine, naha behsa sererast kirin û nûjen kirinê tê kirin.

‘Pirsgirêka serekî li Iraqê ne destûr e, bicîhneanîna destûrê ye’

Barzanî got: ‘’Pirsgirêka serekî li Iraqê ne destûr e, bicîh neanîna destûrê ye. ji ber her sererast kirin bê kirin, divê mafê rewa yê hemû pêkhateyên Iraqê di destûrê de bê misoger kirin. Rêgirî li ti sererast kirinekî em nakin ku ji bo başkirina rewşê be. Lê her sererast kirinekî ziyanê bi federalî û mafê herêman bigehîne û di berjewendiya xelkê herêma Kurdistanê de nebe, em li gel nînin û ev li dijî daxwazên xwepêşanderane jî.’’

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.