Mesrûr Barzanî: Rewşa vê dawî derfet dide DIŞIê

dibêje kuştina Bexdadî bandorê li DIŞIê dike lê metirsiya DIŞIê didome
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Kurdistanê hevpeyvînek li gel kanaleke Amerîkî pêk aniye û li ser pêgeha xwe derbarê hevpeyvînê wisa nivîsandiye;

 

Di hevdîtineke de li gel kanala ABC News ya Amerîkî, me behsa kuştina Ebûbekir Bexdadî kir ku ji nav birina vî armanca tevahiya hevpeymanan bû. Kêfxweş bûm ku operasiyon bi serkeftî hatiye lidarxistin û ev terorîst hatiye jinavbirin.

Ev operasiyona han weke tişteke nihênî û metelekê bû, her dezgeheke îstîxbaratî bi awayek têde xudan role bûne daku beşek ji metelekê bibînin ev jî di encam de bû sedema serkeftina operasiyonê.

Di berdewamiya hevdîtinê de me behsa vê yekê kir ku mimkune kuştina Bexdayî bandorek li ser DIŞIê hebe lê ez nebawerim ku dawî bi metirsiya DIŞIê hatibe, beruvajî di demên derbasbûyî de êrîşên DIŞIê ji sedî 300 zêde bûne û her boşatiyeke ewlekarî derfet dide DIŞIê daku ev boşatiyê weke derfet bo xwe bikar bîne, jiber vê çendê ez bawerim pêşhatên dawî yên li deverê derfet dide DIŞIê daku bi sûda xwe fêde ji werbigire.

Di beşeke din ya hevdîtina han de me behsa metirsiya vekêşîna hêzên Amerîkî li Sûriye kir û tekez li ser vê yekê kirk u ev pêngava han derfet dide DIŞIê daku careke din xwe bitevger bike, me ev yek dubare kirk u sedemên serhildana DIŞI û terorê bi giştî hîn jîher mane lewre lazime hewl bo çareser kirina wan sedeman were dayîn daku derfet bo dubare bihêz bûna tevgerên terorîstî neyê afirandin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.