Parlementoya Îraqê dicive

dixwaze hikûmetê hilweşîne
په‌رله‌مانی عێراق
کوردستان TV
100%

Biryare îro parlementoya Îraqê civînek li ser daxwaza hin aliyan bicive.

Li ser vê mijarê Serokê parlementoya Îraqê Mihemed Helbûsî ragihand ku vê îro parlementoya Îraqê bo lêstendina baweriyê ji Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî, parlementoya Îraqê bicive.

Helbûsî herwiha diyar kiriye ku tevahiya parlementer hayedar kirine daku di civînê de amadebin bo ku dengdan li ser vê mijarê were kirin.

Weke tê zanîn ev demêke li Îraqê xwepîşandan tên kirin û zêdetir ji yek hefteye hin aliyên siyasî bi taybetî tevgera Sedir, Beder û hin aliyên din yên nêzî Îranê daxwaza hilweşandina hikûmeta Îraqê dikin.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.