Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku şandeke Lêkolerên zanîngeha Osloyê serdana wezareta pêşmerge kiriye û li gel berpirsê têkiliyên wezaretê civiyaye.
Di daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku di civîna navbera şanda Lêkolerên zanîngeha Osloyê û berpirsê têkiliyên hêzên pêşmerge behsa projeya çê kirina fîlmekê li ser rola hêzên pêşmerge di şerê dijî terorê de hatiye kirin û şanda mêwan behsa vê yekê kiriye ku dixwaze fîlmek li ser rola hêzên pêşmerge amade bike.
Ev fîlma han vê ji aliyê zanîngeha Osloyê ve were amadekirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin