Îro Serokwezîrê Kurdistanê li gel balyozê Almanyayê yê li Îraqê civiya û derbarê naveroka civînê de Serokwezîr wisa nivîsandiye;
Îro duşem 28ê Cotmehê di civînekê de li gel Balyozê Almanyayê yê li Îraqê Ole Diehl, me jiber dirêj kirina dema mayîna Efserên Almanî li herêma Kurdistanê bo domandina perwerde kirina hêzên pêşmerge, spasiya parlemento û hikûmeta Almanyayê kir.
Em her du li ser vê yekê ku lazime civaka navnetewî hevkariya hiûmeta herêma Kurdistanê bo li xwe girtin û vehewandina koçberên ku jiber rewşa aloz ya deverê berê xwe dane Kurdistanê, bike hem fikir bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin