Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê nû yê Almanyayê kir

hêviya serkeftinê bo balyozê nû yê Almanyayê xwest
کوردستان TV
100%

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê nû yê Almanyayê yê li Îraqê Ole Diehl kir.

Balyozê nû yê Almanya li Iraqê kir.

Di hevdîtinê de ku konsulusa giştî ya Almanyayê li Hewlêrê Barbara Wolf tê de amade bû, Balyozê Almanyayê li Iraqê pêzanînên xwe ji bo aramiya li Herêma Kurdistanê hebû û ragihand welatê wan spasiya wê rola Herêma Kurdistanê li penadan û hewandina koçberan dike ku erkekî girane.

Nav hatî diyar kir ku Almanya li ser piştevanîkirina Herêma Kurdistanê û herwiha kar û çalakiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê ya di warên geşepêdan û aramiyê de berdewam dibê.

Di beşeke din ya vê civînê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê bo Balyozê nû yê Almanyayê de pîwerdariya nû de xwest û di derbarê rewşa koçberan de jî ev yek diyar kir ku Herêma Kurdistanê dergehên xwe ji bo koçberan vekiriye û li babeta hewandina koçberan de, pêwîstî bi yarmetî û piştevaniya Almanya û civaka navdewletî heye.

Her di vê civînê de bandora guhertin û pêşhatên Sûriye li ser aramiya Herêm û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û metirsî û gefên terorîstên DIŞIê yên li ser paşaroja Iraq û navçeyê bi taybetî li piştî kuştina Bexdadî guftûgo kirin.

Rewşa siyasiya Iraq û alozî û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê û her wiha peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û rewşa Kerkûkê mijareke dinê vê civînê bûn.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.