Parêzerên Ereb: Divê Erdogan bê darizandin

dibêje tawanên dijî mirovahî kiriye
کوردستان TV
100%

Li seranserê cîhanê bertek û şermezarkirina Erdogan û dewleta Tirk zêde dibin. Herî dawî Yekîtiya Parêzerên Ereb, daxuyand ku Erdogan li dijî mirovahiyê sûcê şer kiriye û biryar girt ku dozê li Erdogan vekin.

Li gor agahdariya malpera nûçeyan a Siûdî Erebistanê El-Arabiya, Yekîtîya Parêzerên Ereb amadekariyê dikin ku dozê li Erdogan vekin da ku Erdogan bê darizandin.

Parêzerên ku li paytextê Misrê li Qahîrê kombûna xwe kirin, bang li temamê dezgehên hiqûqê yên Ereb kirin ku Erdogan şermezar bikin û di kongreyek navnetewî de temamê sûc û kiryarên dewleta Tirk raxin ber çavan.

Yekîtîya Parêzerên Ereb, got ku li gor xala 7. a Konseya Ewlekariya Yekîtiya Milletan, divê hemû dewlet li dijî êrîşên Tirkiyê rawestin û divê hemû welatên Ereb yên aştîxwaz têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi Tirkiyê re qut bikin.

Peyamakurd

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.