11 çekdarên heşda şebî hatin kuştin

8 çekdarên din jî birîndar bûne
کوردستان TV
100%

Li gor çavkaniyên ewlekarî yên artêşa Îraqê, şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li Başûrê Xaneqînê êrîşî ser çekdarên heşda şebî kirine.

Jêder behsa vê yekê kirine ku di encama êrîşê de yaku li devera Neftxane ya li Başûrê Xaneqînê de pêk hatiye 11 çekdarên heşda şebî hatine kuştin û 8 çekdarên din jî birîndar bûne.

Hêjayê gotinê ye ku pspor behsa vê yekê dikin ku vê terorîstên DIŞIê piştî kuştina Xelîfeyê DIŞIê Ebûbekir Bexdadî êrîşên xwe zêdetir bikin.

Duhê Serokê Amerîkayê ragihand ku bi hevkariya hêzên Kurdî li Idlibê yaku di kontrola Tirkiyeyê deye, Xelîfeya DIŞIê kuştine.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.