Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê Robert Michael White civiya.
Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Amerîkayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bû giftûgo li ser rewşa Îraq û deverê hate kirin.
Her di heman civînê de şanda mêwan pesindariya qurbanîdana hêzên pêşmerge kir û tekez li ser pêbendiya Amerîka ya bo piştîvanî kirina herêma Kurdistanê bi taybetî hêzên pêşmerge bo şer dijî teror û metirsiyên dubare serîhildana terorê ku li çend deverên Îraqê mişxûlî xwe bihêz kirinê ne kir.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin