Hefteya derbasbûyî wezîrê derve yê Franseyê serdana Îraqê kiribû û daxwaz ji rayedarên Îraqê kiirbû daku terorîstên DIŞIê yên Fransî yên ku li Sûriyeyê girtîne, verbigire û li dadgehên Îraqê de wan darezîne.
Lêbelê îro peyvdarê wezareta derve ya Îraqê Ehmed Sehaf ragihand ku Îraq ne mecbûre ku ev daxwaza han ya Franseyê qebûl bike û terorîstên biyanî yên DIŞIê li xwe bigre.
Sehaf herwiha eşkere kir ku Îraq bi tenê terorîstên DIŞIê yên Îraqî verdigire û li gor qanûnên Îraqê wan dadgehî dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin