Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian îro di çarçoveya serdaneke fermî de gihîşte Bexdayê.
Jean-Yves Le Drian ragihand, ku ew dê bi rayedarên Iraqê re pirsa dadgehîkirina terorîstên DIŞIê yên Fransî gotûbêj bike.
Biryar e piştî Bexdayê û hevdîtinên bi rayedarên Iraqî re, Wezîrê Derve yê Fransayê serdana Herêma Kurdistanê jî bike û bi berpirsên Kurd re hevdîtinan pêk bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin