Mike Pompeo û Mike Pence dê Serdana Tirkiyê bikin

dibêje emê operasiyonê rawestînin û tirkiye agir berstê ragehîne
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump diyar kir ku Cîgirê wî Mike Pence û Wezîrê Derve Mike Pompo dê roja Çarşemê serdana Tirkiyê bikin.

Trump li Qesira Sipî da zanîn ku dijî Tirkiyê toleyên tund hatine ragihand û amaje kir ku serdana Pence û Pompeo bo agirbestê ye.

Qesira Sipî jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Pence dê roja Çarşemê li Enqerê bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bicive.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Pence dê di serdana xwe de diyar bike ku heta agirbest tê ragihandin dê toleyan bidomîne.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.