Polîsan bi ser avahiyên şaredariya Colemêrg, Gever, Erdîşa Wanê û Nisêbîna Mêrdînê de girtiye. Hevşaredarên HDPyî hatine desteserkirin.
Polîsan bi ser avahiyên şaredariya Colemêrg, Gever, Erdîşa Wanê û Nisêbîna Mêrdînê de girtiye. Hevşaredarên HDPyî hatine desteserkirin.
Nisêbîn
Polîsan vê sibehê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi ser gelek malan de girtiye ku ya Hevşaredar Semîre Nergiz û Ferhat Kut jî di nav de ye. Hevşaredar hatine desteserkirin.
Her wiha polîsan bi ser “Maseya Krîzê” jî girtiye ku ji bo alîkariya niştecihên Nisêbînê hatibû avakirin de jî girtin.
Di serdegirtina “Maseya Krîzê” de polîsan endamê Meclîsa Şaredariyê Mehmet Emîn Alkan ê HDPyî desteser kiriye.
Kesên hatine desteserkirin li Miduriyea Polîsan a Navçeyê tên ragirtin. Tê payîn wan bibin Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.
Li aliyê din polîsan serê sibê li avahiya Şaredariya Nisêbînê lêgerîn pêk aniye.
Colemêrg
Li Colemêrgê jî polîsan bi ser avahiya şaredariyê de girtiye. Di heman wextê de polîsan bi ser mala Hevşaredarê Colemêrgê Cîhan Karamanî de jî girtiye. Karaman hatiye desteserkirin û birine Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.
Polîsan bi ser şaredariya Geverê de jî girtiye û Hevşaredar Remziye Yaşar û Îrfan Sari di serde girtina malên xwe de hatin desteserkirin.
Erdîş
Polîsan li Erdîşê jî bi ser avahiya şaredariyê û malên hevşaredar û rêveberên HDPyê de girtiye. Di serdegirtina malan de Hevşaredarên Erdîşê Yildiz Çetîn û Bayram Çîçek jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Li gel hevşaredaran endamê Meclîsa Şaredariyê Erhan Akbaş, Hevserokên HDPya Erdîşê Hîcran Kandemîr û Şakir Asil û jina bi navê Baran Karaca hatine desteserkirin.
Qeyûm ji bo Amed, Mêrdîn û Wanê hatibûn tayînkirin
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Hundir derbarê tayînkirina qeyûman a şaredariya Amed, Mêrdîn û Wanê wiha gotibû: “Hevserokatî serîrakirina li ber dewletê ye. Tê wateya ku ez dewletê nas nakim.”
Yek ji sedemên dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredaran, sîstema hevşaredariyê hatibû nîşandan.
bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin