Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan derarê Rojavayê Kurdistanê de daxwaza alîkariyê ji NATOyê kir.
Erdogan di gotara xwe ya herî dawî de diyar kir ku ev qebûl nakin ku artêşa Sûriyeyê vegere deverê û lazime welatên NATOyê li şerê dijî Rojavayê de hevkariya Tirkiyeyê bikin.
Erdogan ev 6 rojan artêşa Tirkiye û cîhadî bi tewahiya hêz û karînên xwe ve berdaye ser Rojavayê Kurdistanê lêbelê nikariye ti pêşkeftinek bidest bixe û li hember wan êrîşan jî Rûsye, Sûriye û HSDê lihev kiriye daku hêzên Rûsî û Sûrî vegerên ser sînorên navbera Tirkiye û Sûriyeyê û ev hêzên han niha li deverên ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin