Nunera berê ya hertimî a Amerîkayê ya di NY de û valiya niha ya eyaleta Carolina Başûr Nikki Haley derbarê biryara Trump ya bo vekêşana hêzên xwe ji Bakûr û Rojahilatê Sûriyeyê û rêdan bi Tirkiyeyê bo lidar xistina operasiyona leşkerî, rexne li Trump kir.
Haley diyar kir ku Tirkiye bi ti awayî ne dostê Amerîkayê ye û lazime Amerîka li hemberî Tirkiyeyê pişta hevpeymanên xwe yên Kurd ku şerê dijî DIŞIê kirine ber nede.
Haley diyar kiriye ku ev biryara Trump tê wateya ku Amerîka Kurd bo mirinê bicîh hêştine, û ev yek jî şaştiyeke gelek mezine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin