Serokê Amerîka Donald Trump roja duşemê di twîteke xwe de Tirkiye hişayr kir got ewê aboriya Tirkiyê têk bide eger ku li gur lihevhatina hatî encam dan tev negere û çekdarên DIŞIê û malbatên wan yên girtî li Sûriyê control neke.
Serokê Amerîka Donald Trump di twîteke xwe de ya roja Duşemê weha dinivîse " Ger Tirkiye tiştek bike ku min, bi hişmendiya xwe ya bêhempa kirî û ji derveyî sînorê wê tiştek bibe, ez ê aboriya Tirkiyeyê bi tevahî wêran bikim''
Li aliyek din endamên Kongresê Amerîka û hin senatorên herdu partiyan biryara serok Trump ya vekişîna ji bakurê Sûriyê bi tundî rexen dikin. Senator Komarî yê di asta bilind de Lindsey Graham di twîteke xwe de nivîsan got "A niha ez li gel senator Chris Van Hollen derbarê rewşa li Sûriyê aaxivîm.
Em herdu partî dê sizayan danîn ser Tikiyê eger ku êrîşî Sûriyê bike û dê endametiya wê di NATO de ragirîn, egr êrîş ser Hêzên Kurdî bike, yên ku alîkariya Amerîka kirin bo jinav birina xîlafeta DIŞIê".
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin