Romana Suzan Samanciyê ya nû "Mîrzayê Reben" her çiqas bi navê xwe di serîde dilê mirovan bişewîtîne jî, dema mirov dest bi xwendinê dike fikrên mirov digûhere.
Nivîskara kurd Suzan Samanciyê, di destpêka nivîskariya xwe heta roja îro gelek roman û çîrok nivîsandiye. Pirtûkên wê bûye mijara lêkolînê.
Her çiqas pirtûkên wê li ser kurdan be jî heta niha bi zimanê tirkî nivîsandiye. Cara yekemîn bi navê "Ew Jin û Mêrên Bi Maske" pirtûkek çîrokan sala 2015an (Weşanxaneya Avesta) hatiye weşandin. Niha jî bi romaneke bi navê "Mîrzayê Reben" derdikeve pêşberî xwendevan.
Romana Suzan Samanciyê ya nû "Mîrzayê Reben" her çiqas bi navê xwe di serîde dilê mirovan bişewîtîne jî, dema mirov dest bi xwendinê dike fikrên mirov digûhere.
Roman di derbarê zilamekî kurd yê ku ji welatê xwe koçî welatê Ewropayê, Swîsrê kiriye. Lehengê romanê Mîrza ye.
Mîrza kevneşopîya feodal a li welatê xwe, bi şêweyekî nûh makyaj dike û hemû jiyana xwe ya Ewropayê bi vî awayî berdewam dike.
Bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin