Aliyn Şiî yên li Bexdayê behsa vê yekê dikin ku bûyerên ku li Bexdayê diqewmin gelek metirsîdarin bo ser ewlekarî û pêşeroja Îraqê û hin welatên mezin yên cîhanê jî piştîwaniya wan bûyeran dikin.
Şiiyên Îraqî behsa vê yekê dikin ku ev mimkune senariyoyek be bo dûr xistina Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî ji desthilatê û diyar kirina keseke din bo postê Serokwezîriya Îraqê.
Hinek ji aliyên din yên şiiyan behsa vê yekê dikin ku ev plan û senariyoyên welatên mezinin li dijî Îraqê û dixwazên bi vê awayî dîsa rewşa Îraqê têk bidin.
Herwiha beşeke din ji wan behsa vê yekê dikin ku ev xwepîşandanên han li dijî gendelî, nebûna xizmetgozariyên civakî, tendirostî û perwerdehî tên kirin û lazime rayedarên Îraqê guhê xwe bidin daxwazên xwepîşanderan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin