Li Hindistanê ji ber barîna barana boş xanî xera bûne, mal û kolan di bin lehîyê de mane. Ya kêm 134 kes mirine. Maran bi hin welatîyan ve daye û ew kuştine.
Li Hindistanê ji ber barîna barana boş xanî xera bûne, mal û kolan di bin lehîyê de mane. Ya kêm 134 kes mirine. Maran bi hin welatîyan ve daye û ew kuştine.
Li gor nûçeyên herêmî di 102 salên dawiyê de ti caran qasî Îlona 2019ê baran nebarîyaye.
Lehî herî zêde li eyaletên Uttar Pradeş û Bihar rabûye.
Li eyaleta Uttar Pradeşê girtîgeheka li rexa çemî hatiye valekirin û girtî ji wê derê hatine tehlîyekirin.
Serokwezîrê Uttar Pradeşê, Yogi Adityanathî daxuyandîye ku ji bo her yek ji felaketzedeyan 400 hezar rupî dê bê dayin.
Bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin