Ebdulmehdî: Îsraîl êrîşî ser heşda şebî dike

dibêje Îsraîl êrîşî ser heşda şebî kiriye û dike
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî di hevpeyvîneke xwe ya li gel kanala Cezîre ya Qeterî de behsa vê yekê kiriye û artêşa Îsraîlê di nava axa Îraqê de êrîşî ser navendên heşda şebî kiriye û hîn jî êrîşên Îsraîlê berdewamin.

Adil Ebdulmehdî herwiha diyar kiriye ku jiber dom kirina êrîşên Îsraîlê, fikar hene ku li deverê de şereke dijwar biqewme û vê Îraq jî bikeve nava vê şerê.

Derbarê ewlekariya avên Kendavê de jî Ebdulmehdî diyar kiriye ku Îraq amadeye bibe endamê hevpeymanî ya bo parastina ewlekariya avên kendavê bi mercek ku welatên kendavê jî têde endam bin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.