9 komên çekdar ji heşda şebî cuda dibin

vê xwe bixin bin kontrola raste rast ya Îranê
کوردستان TV
100%

Piştî ku Serokwezîrê Îraqê derbarê ji nûve organîzekirin û rêkxistina çekdarên heşda şebî sê biryarên nû der kir, 9 komên çekdar yên heşda şebî dijayetiya xwe ya li hember wan biryaran diyar kirin.

Ev 9 komên çekdar diyar kirine ku ev bi ti awayî pêbendî biryarên Serokwezîrê Îraqê nabin û nakevin bin kontrola artêşa Îraqê.

Komên çekdar diyar kirine ku vê eniyeke nû ya bi navê berevaniya îslamî dadimzerînin ku rast rast bi Îranê ve girêdaye û ferman ji spaha pasdaran ya Îranê werdigire.

Navê hinek ji wan koman ewin, hizbulaha Îraqê, Esayêb Ehlîheq, yekîneyên Îmam Elî, yekîneyên Seyêd Şuheda, tevgera Noceba, Seraya Xorasanî, yekîniyên cindî Îmam,tevgera Îbdal.

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.