Pelosi: Emê dijî Trump peyvajoya dûrxistina ji kar bidin destpê kirin

dibêje Trump ne li serveya qanûnê ye
کوردستان TV
100%

Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi diyar kir ku bo Serok Donald Trump ji kar were dûr xistin ewê lêpirsîna fermî bidin destpê kirin.

Pelosi da zanîn ku di axaftina Trump û Serokkomarê Ukrayna Vladimir Zelenskiy de binpêkirina berpirsiyên qanûnî heye.

Wê da zanîn ku karê wan parastina komarê ye û diyar kir ku jiber ku kes ji hiqûqê ne mezintir e divê Serok Trump hesabê axaftina xwe bide.

Li gor îdiayên di medya Amerîkî de, Trump ji Zelenskiy dijî Cîgirê Serokê Berê yê Amerîka Joe Biden, ku bo hilbijartina Seroktiyê berbijar e, alîkarî xwestiye.

Trump dide zanîn ku ew bi Zelenskiy re ‘’bi awayekî dostane’’ axifiye û diyar dike ku di axaftina wî de tiştekî dijî qanûnê tune.

Serokê Amerîka gotibû ku wî ferman daye ku hûrgiliyên axaftina wî û Zelenskiy were weşandin.

Wî diyar kir ku hin kes bê ku hûrgilîyên axaftinê bibînin, êrîşê wî dikin.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.