Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglû bi daxûyaniyekê de got, ewê 2 milyon penaberan li herêma ewle bi cîh bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglû ragihand, wan li gel Amerîka rêkeftinek ji bo rojhilatê Firatê encam dane, lê Amerîka gavên xwe dereng û giran davêje.
Herwaha got, ew wek Tirkiyê naxwazin rêkeftina “herêma ewle” wek ya Minbiç lê were. Wan di hevdîtinan de rayadarên Amerîka hişyar kirine ku sebra wan ji bo derengxistinê nîn e.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê da zanîn, yek ji daxwazên wan ji Amerîka ew e ku pêwendiyên xwe bi YPGê re bibire û tenê çekan bide wan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin