Wezîrê xezîne yê Amerîkayê Steve Mnuchin derbarê kêşeya S400an ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de diyar kir ku Amerîka ev kêşeya han jibîr nekiriye û Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser danîna dorpêçan li ser Tirkiyeyê biîsrare lêbelê heta niha biryara vê yekê nedaye ka gelo dorpêç kengî werin danîn û dorpêç çawe bin.
Steve Mnuchin herwiha eşkere kir ku niha Amerîka giftûgo li ser çawetiya dorpêçan û dema sepandina wan dike piştî ku li ser vê mijarê gehêşte encamê vê demê dorpêç werin sepandin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin