Serokê Amerîka Donald Trump piştî civîna G7 diyar kir ku dibe ku ew bi Serokkomarê Îranê Hasan Ruhanî re bicive.
Trump da zanîn ku ger ‘’şert rast û durist bin’’ ewê bi Ruhanî re hevdîtinê çêke.
Wî di preskonferansê de bê ku nav bide ser Ruhanî got ku ‘’Herhal dixwaze hevdîtinek çêbe’’
Di navbera Washington û Tehranê de ji 1980’yî vir ve ti peywendîya dîplomatîk ya fermî tune.
Li gor voayê Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron, ku bi Trump re di heman preskonferansê de bû, diyar kir ku ew bi telefonê bi Ruhanî re axifîye û wî gotiye heta ku li gor berjwendîya Îranê be ew dikare bi hemî rêberan re kom bibe.
Macron got: Ez dixwazim ku di hefteyên pêş de di navbera Trump û Ruhanî de hevdîtinek li dar keve.
Hin jêder dibêjin ku Trump û Ruhanî dibe ku meha pêş di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de kom bibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin