Wezîrê Derve yê Fransa Jean Yves le Drian ser gotinên Serokê Amerîka Donald Trump yên dijî Serokkomarê Fransa bersîv da.
Trump di Twitterê de ser danûstandinên bo Îranê gotibû ku ‘’niyeta Emmanuel rind e lê xêncî Amerîka ti kes nikare li ser navê Amerîka biaxife’’
Le Drian bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku Fransa bo aştî û ewlekarîya herêmê dixebite.
Le Drian got. Fransa hewil dide ku girjîya li herêma kêm bike û bo vê yekê jî ne hewceyî destûra ti kesî ye.
Wî diyar kir ku Fransa girêdayî peymana navokî ya bi Îranê re tevdigere û da zanîn ku Macron gava bo dîyalogê danûstandinê dike Amerîka jî agahdar dike.
Voa
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin