Hewla têkdana hikûmeta Adil Ebdulmehdî tê dayîn

bi rêya parlementoyê vê hikûmetê hilweşînin
کوردستان TV
100%

Rojnameyeke Siûdî belav kir ku li Îraqê hewleke cidî heye bo têk dana hikûmeta Adil Ebdulmehdî.

Rojnameya Ewkaz ya Siûdî di raporteke xwe de belav kiriye ku çend jêderên bawermend li parlemen û hikûmeta Îraqê, diyar kirine ku her yek ji Heyder Ebadî û Muqteda Sedir hewl didin daku hikûmeta Adil Ebdulmehdî bi rêya parlementoyê hilweşînin û di şûna Adil Ebdulmehdî de dîsa Serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî bikin Serokwezîr.

Jêder behsa vê yekê jî kiriye ku ev her du alî rêkeftinek bo hilweşandina hikûmeta Îraqê bi rêya parlementoyê îmze kirine.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.