Ebdulmehdî: Fermana girtina 11 wezîran heye

dibêje lazime komên çekdar bikevin bin fermana artêşê
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî eşkere dike, fermana girtinê ji bo 11 wezîran heye.

Serokwezîrê Iraqê eşkere dike, fermana girtinê ji bo 11 wezîran heye.

Di kongreya xwe yê rojnamevanî yê heftane de, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî tekez kir, ku fermana girtinê ji bo 11 wezîran heye, bê ku amaje bi navên wan bike.

Herweha di beşek din a axaftinên xwe de, Serokwezîrê Iraqê eşkere kir, ku 1 hezar û 267 dosyeyên gendeliyê ji bo desteya destpakiyê hatine şandin û 4 hezar û 167 dosyeyên din jî, hîn nehatine yekalî kirin.

Ebdulmehdî dîsa behsa çekdarên heşda şebî kir û anî ziman ku nabe ti hêzeke ji derveya hêzên çekdar yên fermî ku artêşa Îraqê ye hebin û lazime tevahiya wan hêzan di nava çarçoveya artêşa Îraqê de werin bicîhkirin û bikevin bin kontrola artêşa Îraqê.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.