Di vê derbarê de komîteya çapemeniya şer ya ser bi Fermandariya operasiyonên hevbeş yên Îraqê daxuyaniyek weşand û eşkere kir ku li Mûsilê çalakiyên şaneyên razayî yên DIŞIê zêdetir bûne.
Di daxuyaniya komîteya ragihandin ya şer de hatiye eşkere kirin ku piştî dîtina tuneleke terorîstên DIŞIê li Başûrê Mûsilê, ev tunela han hatine bordiman kirin û di encama bordimanê de herî kêm 4 terorîstên DIŞIê yên ku di tunelê de bûne hatine kuştin.
Her di heman daxuyaniya han de hetiye diyarkirin ku li Rojavayê Mûsilê jî di encama pevçûnekê de du terorîstên din yên DIŞIê hatine kuştin û hêzên Îraqî jî karîne tirimbîleke bombekirî ya DIŞIê pûç bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin