Roketek ber koşkên Serokatî li Mûsilê ket

êrîşên ser hêzên Amerîkî li Îraqê zêdetir dibin
کوردستان TV
100%

Çapemeniya Îraqê belav kir ku duhê bi şev bi rokêtên katûşiya êrîşî koşkên Serokatî yên li Mûsilê yên ku niha hêzên Amerîkî têde dimînin hatiye kirin û roketek ji cureya katûşiyayê di nava wan koşkan de ketiye xwarê.

Çapemeniya Îraqê derbarê zirar û ziyanên vê bûyerê de ti zaniyarî belav nekirine.

Herwiha hate gotin ku duhê bi şev li Besreyê jî katûşiyayek di nava kompaniyeke mezin ya petrolê de ketiye xwarê.

Weke tê zanîn pêrê şev jî li Bexdayê bi rokêtên katûşiya êrîşî navenda Tacî yaku hêzên Amerîkî têde dimînin hatibû kirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.