Amerîka: Em li hember Îranê bêdeng nabin

dibêje Amerîka bi ti awayî li hember Îranê bêdeng nabe
کوردستان TV
100%

Piştî ku rejîma Îranê ragihand ku heta 10 rojên din sînorên zengîn kirina Oraniyumê derbas dikin, îro Peyvdara wezareta derve ya Amerîka, diyar kir ku vê Amerîka li hember hewldanên Îranê bideng nebe.

Peyvdara wezareta derve ya Amerîkayê Morgan Ortagus di presskonferansekê de diyar kir ku vê Amerîka li hember hewldanên zengîn kirina Oraniyumê yên Îranê bêdeng nebe.

Ortagus diyar kir ku Amerîka dizanî ku Îran vê dest bi kareke wisa bike jiber vê yekê Trump rêkeftina etomî li gel Îranê hilweşand û daxwaza îmze kirina rêkeftineke din ya nû kiriye.

Ortagus da zanîn ku eger Îran li ser zengîn kirina Oraniyumê gaveke biçûk jî bavêje vê Amerîka dijwartirîn dorpêç li ser Îranê bisepîne.

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.